MSD’ê bi sernavê “Serhildana 12’ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de” panelek li Reqayê li dar xist.
Panel bi amadebûna şêniyên Reqa, endamên partiyên siyasî, rewşenbîr, şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û endamê PYD Salih Muslim li navenda çandê ya bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Di panêlê de endamê Desteya Serokatiya PYD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Muslim behsa dîroka Partiya Baas û siyasetên wê yên li hemberî gelan kir û got:
“Di encama wan siyaset û desthilatiya Baasê de Serhildana 12’ê Adarê pêk hat.”
Salih Muslim got: “Serhildana 12’ê Adarê bû çirûska şoreşa gel ê Sûriyê ku hewcedarî azadî û demokrasiyê bûn û maça ku li Qamişlo li dar ketiye bû bingeha vê serhildanê.
Îstîxbarata rejîma Sûriyê ev maç vegerandin fitneyekê li dijî pêkhateyên herêmê û armanca wan ji vê yekê gelê Kurd lawaz bikin.
Lê gelê Kurd xwe bi rêxistin kir, hebûna xwe ya neteweyî ava kir û parastina mafên xwe kir got:
“Me xwe baş bi rêxistin kir û di hemû kolanan de, ne di mizgeftan de xwepêşandan hatin lidarxistin.”