Wezîrê karên Derve yê Îranê diçe Moskow

Danûstandinên peymana nukleerî a Îranê rawestiya, di navbera Tahran û Moskowê de nerehetiyek heye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan ji ber ku Rûsya bi daxwazên nû li pêşiya hevdîtinên li ser mijara nukleerê dibe asteng, diçe Moskow.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Emîr Abdullahiyan ji bo meşandina hevdîtinên li ser mijara nukleerî sibe diçe Moskow.

Beriya niha bi 10 rojan dihate payin ku di hevdîtinên Viyanayê de li ser nukleerê peyamek bê amadekirin.

Lê Rûsya ya ku ji ber êrişa wê ya li ser Ûkrayna ji aliyê welatên Rojavayî ve cezayên tund hate ferzkirin, 5’ê Adarê daxwazên nû kir.

Rûsyayê garantî xwest ku pêkanînên Amerîkayê bandorê li hevkariya aborî ya bi Îranê re neke.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blînken ev daxwazên ku hevdîtin dan rawestandin weke ‘li derveyî rojevê’ nirxand.

Hêjayî bibîrxistinêye Serokê berê yê DYA Donald Trump di Gulana 2018’an de bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiya.

Bi hatina rêveberiya Joe Biden re, Nîsana 2021’an danûstandinên vegera li peyamanê careke din hate despêkirin.

Back to top button