Li Kobanê Salvegera şehadeta Omer Elûş bi merasimekî hat bi bîranîn

Omer Elûş 15’ê Adara 2018’an di êrişa çeteyên dewleta Tirk de şehîd bû. 4 sal bi ser şehadeta Omer Elûş re derbas bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi merasîmekê li Kobanê şehîd Omer Elûş bi bîr anî.

Nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Girê Spî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîd Omer Elûş mûm hatin vêxistin û axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: “Şehîd Omer Elûş bi kesayeta xwe ya pêşeng pirek di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kir.”

Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cela Hemzawî û Ednan Romyo jî axivîn û got:

“Şehîd Omer roleke mezin di meclisa Reqayê de lîst. Bi fikrê xwe yê demokratîk û û xwişk û biratiya gelan ji bo doza gelê Kurd û aştiyê tê koşiya.”

Di merasîmê de xwişka şehîd Omer Elûş Dîcle Elûş jî axivî û got: “Ji bo min hemû şehîd Omer in. Omer ji bo ku pêkhateyan komî ser hev bike, gavên mezin avêtin.”

Back to top button