Newroza 2022-li bajarên herêma Cizîrê ji aliyê sed hezaran ve bi coş hat pîroz kirin

Îro li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz bi awayekî dîrokî hat pîrozkirin. Saetên sibehê ve şêniyên Herêma Cizîrê berê xwe dan qadên pîrozbahiyê û Newroza pîroz kirin. Di hemû qadên Newrozê de peyama sereke azadiya Rêber Apo bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroza îsal bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Bi rihê serkeftinê, gel daketin qadan û agirê Newrozê pêxistin.

Şêniyên Dêrikê ji sibehê ve berê xwe dan qada şahiyê û Newroza xwe pîroz kirin.

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo jî Newroz bi girseyî û coşeke mezin pîroz kirin.

Xelkê navçeya Tirbespiyê jî berê xwe dan beravê bendava Mizgeftê û Newroza xwe li wir bi coşeke mezin pîroz kirin.

Li vir jî bi hezaran kes daketin qadê û bi tevlibûna hemû pêkhateyan Newroz hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de endama Desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif axivî û got: ”Gelê Kurd dê li ser rêgeza rêber Abdullah Ocalan berxwedanê berdewam bikin.”

Li navçeya Amûdê jî bi hezaran kes hatin gel hev û cejna xwe pîroz kirin.

Li Hesekê jî Newroz bi serbilindahiya serkeftina pêngava ‘Gurzê Gelan’ hat pîrozkirin.

​​​​​​​Di vê pîrozbahiyê de endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl axivî û Newroz li gel pîroz kir.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewama berxwedana rêber Apo ye.

Li vê derê jî gel bi rihê berxwedanê li dijî êrişên dagirkeriyê Tirk agirê Newrozê dadan.

Xelkê Dirbêsiyê a Kantona Hesekê jî bi cil û bergên kurdî berê xwe dan qadên pîrozbahiyên Newrozê.

Di vê pîrozbahiyê de jî Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd axivî.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Newroz wê bibe wesîleya rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Back to top button