Salih Muslim: Armanca êrişan koçberkirina şêniyên herêmê ye

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim li dijî êrişên Tirkiyê yên dawî li ser herêmê bertek nîşan da.
Salih Muslim bêdengiya qada navneteweyî rexne kir û got:
“Em ê li hemberî êrişan rêxistina xwe xurt bikin û li ber xwe bidin.
Ji bilî berxwedanê li pêşiya me ti rê nîne.”

Çend rojên dawî, dewleta Tirk bênavber li ser herêmê êrişan pêk tîne.

Di van êrişan de, êdî dronan jî bi kar tîne û bi hovîtî şêniyên deverê dike armanc.

Li dijî van êrişan, Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Salih Muslim bal kişand li ser bêdengiya qada navdewletî ya di vî alî de û ev yek rexne kir.

Li ser armanca van êrişan jî, Salih Muslim dibêje:

“Aarmanc koçkirin û derketina şêniyên herêmê ji warên wan e.”

Salih Muslim destnîşan kir ku aliyên wan ên ku van êrişan belge dikin, dikin rapor hene.

Salih Muslim: Li hember êrişan divê gelê me xwe bi rêxistin bike

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim dawiyê tekez kir divê li dijî van êrişan gel rêxistina xwe xurt bike.

Back to top button