Dagirkeran careke din êrişî gundewarên Til Temirê û Ziragnê kir

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêde kirine.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê topbaran dike.

Taybet Gundê Til Şinan ê Asûran, gundê Dirdara û Um El-Kêf , rastî êrişên dagirkeran hatin.

Berî êrişên li ser deverên navborî, dagirkeran navenda navçeya Zirganê jî bû armanca êrişan.

Gundên Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbêt Şiît hatin topbarankirin.

Di vê êrişê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên şêniyan.

Duh derengiya şevê jî gundên Qibor El-Qercine û Derdara, gundê Til Şenan yên Til Temirê bûn hedefa êrişan .

QSD’ê ragihand ku ji ber topbaranên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Til Şenan ê asûrî şervanekî Meclisa Parastina Xabûrê şehîd bû ye.

Back to top button