Pênciwênî: Tekane rêya têkbirina êrişên Tirkiyeyê , yekîtiye

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî da zanîn ku dewleta Tirk ji bo dagirkirkeriya xwe berfireh bike êrişî Başûrê Kurdistanê dike û got:
“Rêya têkbirina pilanên dewleta Tirk yekîtiya gelê Kurde.”

Derbarê êrişên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, Mihemed Emîn Pênicwênî ji Rojnews re axivî.

Pênciwênî diyar kir ku ger şerek di nava Kurdan de rû bide, wê ziyanek mezin bigihîne doza gelê Kurd û yekîtiya netewî û got :

“Dewleta Tirk bi navê şerê dijî PKK’ê bi salane êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Armanca Erdogan ya ji vî şerî ewe ku raya giştî ya Tirkiyeyê bi parastina sînorên Tirkiyeyê ve bixapîne.”

Pênciwênî da zanîn ku Anîna hêza Tirkiyeyê ya ji bo Başûrê Kurdistan û çekên pêşketî, ne tenê ji bo şerê dijî PKK’ê ye. Ji bo dagirkirina Kurdistanê hatine.

Mihemed Emîn Pênicwênî dawiyê tekez kir ku Pêwîste hemû aliyên siyasî bi yek deng dijî şerê nava Kurdan û êrişên dewleta Tirk ên ser gelê me rawestin.

Back to top button