Li Rojava Çarşema Sor hat pîrozkirin

Çarşema Sor li gelek deverên herêmê hat pîrozkirin. Li Amûdê, Heleb û Şehbayê bi boneya vê rojê şahî hatin lidarxistin û li gel civaka Êzidî pêkhatiyên herêmê jî beşdarî şahiyan bûn.

Bi armanca pîrozkirina Cejna Çarşema Sor li gelek deverên herêmê şahî hatin lidarxistin.

Îro bi sedan kesên ji navçeya Amûdê li gel civaka Êzidî beşdarî şahiyê bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Endama Mala Êzidiyan a herêma Cizîr Nalîn Reşo axivî û ev roj li rêber Apo û hemû Êzidiyan û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Cibêr Şêx Silêman jî got:

“Tevî êrişên li ser me têne kirin û tevî sînorên di navbera me de tê avakirin, lê em ê her şahiyên xwe li darbixin û tu carî em ê serê xwe netewînin.”

Li Şehbayê li qada gundê Merat El-Muslimiyê jî bi heman boneyê şahî hate li darxistin.

Di şahiyê de hate gotin ku tevî êriş û fermanên li ser civaka Êzidî pêk hatin, lê ev şahî îsbat dike ku civaka Êzidî tu carî serê xwe natewîne.

Her wiha li Helebê jî şahiya pîrozkirina Çarşema Sor hate lidarxistin.

Di şahiyê de stran, şano û helbest hatin pêşkêşkirin.

Back to top button