“Piştgiriya bi dagirkeriya dewleta Tirk re sûc e”

Li Başûrê Kurdistanê jî bertekên li dijî êrişa dagirekriyê û hevkariya PDKê zêde dibin.
Serokê berê yê Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdulla hevkariya PDK’ê şermezar kir û got “Piştgiriya ji bo dagirkeriyê suc e ”
Ji aliyeke din 102 rewşenbîr, mafnas û parêzêrên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke dagirkeriya tirkî şermezar kirin.
Her wiha hate ragihandin ku wê îro parlamentoya Iraqê derbarê dagirkeriya Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bicive.

Li başûrê Kurdistanê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê nerazîbûn her diçin zêde dibin.

Gelê û rêxistinên başûr li dijî van êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê bi hêrs e.

Serokê berê yê Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdulla hevkariya PDK’ê şermezar kir û got:

“Nabe ti aliyek siyasî piştgiriyê bide dagirkeran, ji ber ku piştgirî suc e.”

Nîmet Abdulla bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikumeta Iraq û Koalîsyona Navnetewî kir ku li dijî êrişa li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê xwedî helwestbin, gavên şêmber bavêjin.

Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm: PDK timî bûye lepikê destê biyaniyan

Endama Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ya ji bo gerîlayên azadiyê anî ziman û got:

“PDK ji bo dagirkirina başûr bi Tirkiyê re li hev kiriye.

Di encama li hevkirinê de dewleta tirk axa me bombebaran dike, sivîlan dikujin û wan didin koçber kirin.

PDK îro pêşiya wan vedike, ji wan re rê xweş dike. PDK timî bûye lepikên destên biyaniyan.”

Pêşmergeya dêrin teqez kir ku ew amadeye li gel gerîla dijî dagirkeran şer bike.

102 rewşenbîr, mafnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê dagirkeriya Tirk şermezarkirin

102 çalakvan, mafnas, parêzer û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya bi gerîla re hat ziman û hat gotin:

“Mafê ti dewletekê nine destdirêjiyê li ser xak û serweriya dewleteke din bike.”

Parlamentoya Iraqê derbarê êrişên dagirkeriyê de dicive

Ofîsa Ragihandina Parlamentoya Iraqê jî ragihand wê îro Parlamentoya Iraqê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û piranaiya komên li parlamentoyê derbarê dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kuristanê bicive.

Parlementera YNK’ê ya li parlementoya Iraqê Sirwe Mihemed Reşîd da zanîn ku wê daxwaz ji wezareta derve bikin ku helwestek cidî li dijî êrişên Tirkiyê nîşan bide.

Back to top button