Nûrî Mehmûd: Êriş ne tenê li dijî gerîla, li dijî tevahî gelê Kurd in

“Êrişên Tirkiyê bi armanca tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Başûr, Şengal û Rojava ne. “
Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd wiha êrişên dawî yên dewleta Tirk nirxandin.
Nûrî mehmûd teqez kir ew ê gelên xwe li hember her cure êrişan biparêzin û bang li gel jî kir ku di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe ji şerekî mezin re amade bikin. 

Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, têkildarî gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji ajansa Hawarê re axivî.

Nûrî Mehmûd, destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser gerîla ne û armanc tunekirina destkeftiyên Kurdan e.

Nûrî Mehmûd: Bêdengiha hêzên garantor dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe bidomîne

Berdevkê YPG’ê diyar kir ku deweleta Tirk ji bêdengiya hêzên garantor hêzê digire.

Nûrî Mehmûd: Em ê li hember van êrişan bêdeng nemînin û gelê xwe biparêzin

Nûrî Mehmûd teqez kir ew ê li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin û gelê xwe biparêzin.

Nûrî Mehmûd: Divê gelê me li dijî êrişan bêdeng nemîne û li ber xwe bide

Dawiya axaftina xwe berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bang li gel jî kir ku li hember êrişan bêdeng nemîne û her der bixin qada berxwedanê.

Back to top button