Hêlîn Umît: Planeke giştî ji bo tinekirina Kurdan di meryetê de ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît êrişên Tirkiyê bi êrişeke piralî li dijî destkeftiyên Kurdan binav kir û got:”Di vê êrişa tinekirinê de, PDK rola herî xirab dilîze û careke din li gel dijminê kurdan cih girt.”
Hêlin Umît bang li kurdên Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku bi serhildanê plana heyî vala derxin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û têkoşîna li dijî êrişan nirxandin.

Helîn Umît da zanîn ku bi alîkariya hin hêzên NATO’yê êrişeke piralî li dijî Kurdan tê meşandin û ispata vê jî êrişên li ser Zap, Avaşîn, Şengal û Kobanê ye.

Helîn Umît: Dixwazin hêza ku ji bo hemû Kurdan bûye hêvî ji holê rakin

Helîn Umît sedema êrişa li ser PKK’ê jî wiha şîrove kir:

“PKK kurd ji tinebûnê xilas kirin û ji bo kurdên çar aliyan bû hêvî.

Hêza yekane ya ku di nav gel de yekîtî ava kir, gel rêxistin kir û planên dagirkeran vala derxist PKK ye.

Ji bo wê jî her Kurdekî bi wijdan, hêzê ji PKK’ê werdigire û vê rastiyê dibîne.”

Hêlîn Umît: PDK careke din bi dijminê Kurdan re bû yek û bi roleke nebaş rabû

Hêlîn Umît destnîşan kir ku PDK bi rastî jî di dîroka Kurdistanê de bi rola herî nebaş radibe û got:

“Di êrişên 17’ê Nîsanê de jî ev rastî eşkere bû.

Eger PDK’ê rê nedaba êrişên artêşa Tirk wê ti carî nikarîban biketana Başûrê Kurdistanê.

Malbata Barzanî careke din ji pişt ve xençer li kurdan xist û bi dijminê kurdan re bû yek.”

Hêlîn Umît: Divê gelê me yê Başûr û Bakurê kurdistanê rabin serhildanê

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît dawiya nirxandina xwe ev peyam da:

“Gotina ‘ji welat hez dikim û ji Kurdbûnê hez dikim’ bi tena serê xwe têrê nake.

Hezkirina welat bi parastina welat dibe.

Taybet jî gelê me yên Başûr û Bakur ku di Newrozê de vîna xwe raber kirin divê êdî gavê bavêjin; serî hildin da vê plana giştî vala derxin.”

Back to top button