Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di derengiya şevê de gelek herêm topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehba, Şêrawa, Til Rifetê û Eyn Îsa topbaran kirin.
Dagirkeran gundên Samûqa û Hirbilê yên kantona Şehbayê bi mûşekan topbaran kirin.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê jî topbaran kirin.
Li aliyekî din dagirkeran gundê Şêx Îsa û derdora Til Rifetê yên kantona Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kirin.
Li gor hatî ragihandin ku nêzî 40 obîs hatine avêtin.
Dewleta Tirk bi çekên giran gundê Seyda yê bakurê Eyn Îsayê jî topbaran kirin.
gundên Muelek û Cidêdê, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsayê jî hat topbaran kirin.



