Li Stenbolê di encama teqînekê de 3 karkean jiyana xwe ji dest da

Li Qada Pişesaziya Organîze ya Tûzlayê a Stenbolê teqîneke mezin rû da. Agirê ku piştî teqînê bi pênc kargehên din jî ket, 3 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Di kargeheke li Sîteya Pîşesaziyê ya Vernîkvanên Boyaxê ya Qada Pîşesaziya Organîze ya navçeya Tûzla ya Stenbolê piştî ku agir pê ket de teqîn çêbû.

Di encama teqîna mezin ya di kargehê de çêbû 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê teqînê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin lê heta niha sedema vê şewatê nehate zanîn.

Back to top button