Roj bi roj êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêde dibin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên lûledirêj gundê El-Muhsinlî yê Minbicê kir hedef. Li aliyek din jî dronek ya dewleta Tirk li navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî ket xwarê.
Ev demeke dronên dewleta Tirk a dagirker li ser kantonên Efrîn û Şehbayê digerin.
Duh bi şev droneke dewleta Tirk li ser gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ket xwarê.
Dewleta Tirk gunekî Minbicê kir hedef: Welatiyek şehîd bû
Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên lûledirêj gundê El-Muhsinlî yê dikeve bakurê bajarê Minbicê kir hedef.
Di encamê de welatiyek şehîd bû.