Li Qamişlo yekîtiya karkeran bi şahiyekê ev roj pîroz kir

Îro, li Qamişlo jî 1’ê Gulan Roja karker û kedkarên çalakiyek hate li darxistin. Di çalakiyê de peymanên berxwedanê hatin dayîn û hat gotin; Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘ Lîsteya Terorê’ divê her kes têbikoşe.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja cejna karker û kedkaran, Yekîtiya Kedkaran a herêma Cizîrê li Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Çalakî, bi dirûşmeya ”Bi têkoşîna 1’ê Gulanê, em berxwedana gelan silav dikin” li pêşiya stargeha 12’ê Adarê pêk hat.

Bi sedan karker ji bajarên cuda yên herêma cizîrê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de bi navê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Tev-Dem û Kongra Star axaftin hat kirin.

Rûken Ehmed: Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, divê her kes têbikoşe

Rûken Ehmed a bi navê Tev-Dem’ê axivî diyar kir, Partiya Karkrên Kurdistanê PKK’ê jî ji nû ve 1’ê Gulanê vejîn kir, lê îro navê wê di lîste Terorê de ye û got;

Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û bidawîkirina dagirkeriyê divê her kes têbikoşe.

Her wiha divê her kes li hemberî siyaseta dagirkeriya ya dewleta Tirk şiyar bin û nava tevgerê de bin.

Rêveberiya Kongra Star a taxa Hililiyê Salihe Keleş û dayîka şehîdan Nûra jî ev roja li Rêber Apo pîroz kirin.

Zeyneb Hesen Endama ofîsa jin a Tev-Dem’ê jî piştgiriya xwe bi berxwedana Gerîla re wiha nîşan da.

Dawiyê de spasname li hin kedkaran hatin belavkirin.

Li Şehbayê jî 1’ê Gulanê bi meşekê hat pîrozkirin.

Di meşê de daxuyaniyek hatin dayîn û hate gotin;

Bi rihê 1’ê Gulanê em ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşînê bilindtir bikin, ta em dighêjin serkeftinê.

Back to top button