Cardin Hewlêr bi moşekan hat hedefgirtin. Li dijî navçeya Xebat a ser bi Hewlêrê ve êrişên bi mûşek pêk hat.
Li gorî ajansa Rojnews’ê, 6 mûşek li nêzî Zêyî Behîdanan a li navçeya Xebat a Hewlêrê ketin.
Li gorî agahiyên destpêkê ti ziyanên canî çênebûne.
Her wiha yek ji mûşekan li Kampanya Kar ketiye û ji ber wê şewat derketiye.
Tîmên Parastina Şaristaniyê yên Hewlêrê berê xwe dane cihê kampanya lê ne.
Dijî Terora PDK’ê ragihand ku ti ziyana canî û madî nebûye.
Lê, niha agir girtiye beşek ji Kompanya Kar a ser bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve.
Li gor Dijî Terora PDK’ê mûşek ji nahyeya Bertileya Hemdaniyê ya parêzgeha Nînova hatine avêtin.