Civaka Dewletên Afrîka ya Rojava (CEDEAO) li hemberî guhertina avhewayê, li ser sratejiya herêmî ya 10 salên bê, li hev kir.
Komîserê CEDEAO yê ji Çavkaniyên Av, Hawirdor û Çandiniyê Berpirsyar Sekû Sangar di civîna çapemeniyê de ya li paytexta Gana Akrayê got,
“Em texmîn dikin ku ji bo dema navbera salên 2020-2030’î pêwîstî bi 294 milyar dolarî heye.
Hişyarbûna me girîng e, ji ber ku hawirdora me tune dibe.
Eger em daristanên xwe û xaka xwe ji dest bidin, em ê hemû koçber bikin.
Ji ber vê yekê divê em hawirdorê biparêzin.”
Bi rêya vê stratejiyê her wiha tê xwestin ku saziyên herêmî û 15 dewletên endamên CEDEAO’yê hevkariyê bikin.
Li gorî rapora avhewayê ya sala 2019’an, ji ber xerabûna peravan û erozyonê bi taybetî li Afrîkaya Rojava zor û zehmetiyên mezin rû didin.
Nêzî ji sedî 56 ê peravên Benîn, Peravên Diranê Fîlan, Senegal û Togo dikevin bin bandora erozyonê.
Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê didin ku guhertina avhewayê wê bandorê li çandiniyê û xurekê bike.