YJÊR’ê banga piştgiriya berxwedana Şengalê kir

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava-herêma Cizîrê (YJÊR), êrişên artêşa Iraqê li ser Şengalê şermezar kirin û gotin:” Kesên ku niha êrişî Şengalê dikin heman kesên ku beriya niha êriş kirine, ne.”

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava- herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên piştgiriya xwe ji bo berxwedana li Şengalê nîşan da û wiha dewam kir;

“Careke din hikûmeta Iraqê niyeta xwe ya xirab bi hevkariya xwe ya li gel PDK’ê û dewleta Tirk eşkere kir.

Lê belê planên wan ên qirkirina êzidiyan têk çûn, êrişa duh berdewamiya fermanên li hember civaka Êzdî ye.”

Yekîtiya Jinên Êzidî bal kişand ser rêxistinkirina jinên Êzidî û got:

“Jinên Êzdî xwe û civaka xwe bi rêxistin kirine, li hember êrişan roleke mezin dilîzin.”

YJÊR’ê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Şengalê.

Back to top button