​​​​​​​Pêkhateyên Hesekê banga rawestina qirkirina êzidiyan kir

Ciwan di serî de, gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên hikûmeta Iraqê ya bi hevkariya PDK’ê li ser Şengalê bihêrs in. Şênî û ciwanên Hesekê, Dêrik û Kobanê bi armaca şermezarkirina êrişan çalakiyên cuda pêk anîn .

Li Hesekê li navenda PYD’ê bi ermanca şermezarkirina êrişan daxwiyaniyk hat dayîn .

Di daxwiyaniyê de hat gotin : “Bi van êrişan hemû pîvan û peymanên mirovî û navneteweyî hatin binpêkirin .”

Bi heman armancê ciwanên Kobanê meşek li dar xist.

Di meşê de bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ji bo parastina Şengalê tevlî seferberiyê bibin.

Di vê çarçoveyê de ciwanên Dêrikê jî bi daxwiyaniyekê ev êriş şermezar kirin .

Ciwanan diyar kir ji bo piştigirî bidin berxwedana Şengalê di nava amadebaşiyê de ne.

Her wiha Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, êrişa li ser şengalê şermezar kirin û piştgirî da berxwedana Şengalê.

Back to top button