Şerê li Ukrayna, krîza xwarinê ya li Afrîka dijwartir kir

Ji roja despêkê ve em dibêjin, şerê li Ukrayna bandora xwe li ser tevahî cîhanê dike.
Em ji bo vê yekê mînakek bidin.
Malbatak li Zimbabwe ye ku 11 hezar kîlomtere ji Ukrayna dure.
Lê dibêje piştî şerê li vî welatî despêkirî, di her warê pêdiviyên jiyanî de bihabûnek zêde çê bûye.
NY ragihand ku 2 milyon zarokên li Afîrka ji ber bihabûna xwarinê dibe ku bimrin.

Zimbabwe ku 11 hezar kîlometre dûrî Ukraynayê ye, yek ji welatên Afrîkayê ye ku herî zêde, berdêla şerî heyî dide.

Edwin Dapi ku li welatê xwe wek parêzvan kar dike, berî şerê li Ukrayna bi zor debara jina xwe û çar zarokên xwe dikir.

Lê niha ew jî tevlî wan kesên ku ji bo jiyanê li welatê xwe şer dikin e û bi bihayê dexl, rûnên pijandinê re hewil dide malbata xwe têr bike.

Dapî yê mehane 18 hezar dolarên Zimbabweyê ku dike 55 dolarê Amerîkî qezenc dike.

Li gorî hevpeyvînek nûçeya Reutersê, niha bi malbata xwe re hatiye asta ku bi birçîbûnê re şer bike.

Ji meha Nîsanê û vir ve rêjeya enflasyonê ya salane li vî welatî gihişte ji sedî 96.

NY: Dibe ku 2 mîlyon zarok ji birçan bimrin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo alîkariya Afrîkayê Martin Griffiths di axaftina xwe ya li civîna li ser alîkariya ji bo vê parzemînê ya 26’ê Nîsanê kirî de got:

Bêewlehiya xwarinê li seranserê Afrîkayê zêde bûye û beşek ji Kenya, Etiyopya û Somaliyê bi şert û mercên herî zehmet re rûbirû ne.

Ev hişkesaliya herî dijwar ya 40 salên dawî ye.

Griffiths hişyarî da ku li herêma ku van welatan dihewîne zêdetirî 2 milyon zarok di bin xetera birçîbûna mirinê de ne.

Piştî DAIŞ, hişkesalî û nexweşiyê niha şerê Ukrayna rewş zehmet kiriye

Şerê li Etiyopya yê Mijdara 2020’an despê kirî bû sedema bi milyonan kes pêwistiya wan bi xwarinê çêbibe.

Ji ber ku bi milyonan kes li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Nîjeryayê ji ber kiryarên tund ên çeteyên DAIŞ’ê yên li Afrîka neçar dimînin ku malên xwe biterikînin.

Ji ber vê herêm jî bi xirabtirîn krîza xwarinê ya dîrokê re rû bi rû ye.

Parzemîna Afrîkayê jî di van salên dawî de rastî lehiyan û ziwabûnên ku bi germbûna global ve girêdayî ne, xirabtir bûye.

Tevî van pirsgirêkan, bi êrişa Rûsya li dijî Ukrayna hinardekirina genim ji bo van welatan bi rêya Derya Reş re, bi temamî rawestiya.

FAO: Pêwistiya nîvê welatên Afrîkayê bi genimê Ukrayna û Rûsya yê heye

Cîgira Rêveberiya Giştî yê Afrîkayê yê Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Abebe Haile-Gabriel diyar kir ku nêzî nîvê 54 welatên Afrîkayê girêdayî genimê ji Ukrayna û Rûsya dikirin e.

Ji ber vê yekê şerê heyî bandorê dike.

Li welatên Afrîka nirxê zibalê ji sedî 200 zêde bûye.

Back to top button