Tîmên parastina peravê ya Lîbya 83 koçber xelas kirin

Nêzî sed koçberên dixwestin li ser Derya Spî re xwe bigihînin Ewropa li nava deryayê asê man. Tîmên ewlekariya peravê ya Lîbya ragihandin ku 83 koçber ji Zawiya xelas kirine.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Deryayî yên Lîbyayê balv kirî, 83 koçber li peravên Zawiyê hatin rizgarkirin.

Di dîmenan de jî tê xuyakirin ku koçberên li nava deryayê asê mane bi sermayê re rûbirû mane.

Piraniya koçberan ji welatên cuda yên parzemîna Afrîka ne.

Koçberên ku di nava deryayê de asê mayîn, piştî ku bêçare dimînin ji hêzên ewlekarî yên Lîbya re sînyalan dişînin.

Hêzên Lîbya jî koçberên xelas kirîn, birin peravên Zawiyê.

Rêveberên Lîbya anîn ziman ku ewê di nava ewlehiyê de, van koçberan li welatên wan vegerînin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Fasê di çaryeka destpêkê ya sala 2022’an de hewldana 14 hezar û 700 ‘koçberên qaçax’ hate astengkirin.

Di sala 2021’ê de 4 hezar û 404 koçberên hewl dan bi vê rêgehê xwe bigihînin Spansyayê jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Ji sala 2015’an ve, ev bîlanço ya herî giran e.

Back to top button