Piştî Kurmancî, googlê Zaravayê Soranî jî li pergala xwe ya wergerê zêde kir

Bi nêzbûna roja zimanê Kurdî re zaravayên Kurdî jî li pergala cîhanî de hîn zêdetir tên naskirin û cihên xwe digrin. Googlê zaravayê Kurdî Soranî, li pergala xwe ya wergerê zêde kir.

Googlê 24 zimanên nû li pergala xwe ya wergerê zêdekir di nav van 24 ziman de zaravayê Kurdî Soranî jî heye.

Google ev 2 sal bûn li ser zaravayê Soranî kar dikir, lê îro bi fermî ragihand ku li lîsteya wergerê zêde kiriye.

Google diyar kir ku armanca wan a vê xebatê ew e ku mirovên ji çar aliyên cîhanê bikarin têkiliyê bi hev re daynin.

Zimanên hatine zêdekirin wiha ne: Esamîs, Eymara, Bambara, Bihucpurî, Dihîwhî, Dogirî, Îwî, Kiwaranî, Îlukanu, Kunkanî, Kirîw, Kurdî (Soranî, Lîngala, Luganda, Mayşilî, Manî Purî, Mîzu, Urumu, Quçwa, Saniskirêt, Spîdî, Tîgrînî, Tsonga û Tuyî.

Hêjayabibîrxistinê ye ku googlê 19’ê Sibata 2016’an jî Kurmancî li pergala xwe ya wergerê zêde kiribû.

Hejmara giştî ya zimanên ku niha ji bo xizmeta wergerê ya Google têne bikaranîn 133 ye.

Back to top button