Nisrîn Ebdullah û Selahedîn Demîrtaş xelata salane girtin

Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahedîn Demirtaş û fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah
Xelatê Salane yên Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed girtin

Her sal li Silêmaniyê ji aliyê partiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê- YNK xelatên
salane yên Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed tên pêşkêşkirin.

Doh jî merasîma salane ya dabeşkirina xelatên Îbrahîm Ehmed hat li darxistin.

Heşt xelat bi ser 8 kesayetên Kurd ên di warên cûda de ji bo netewa Kurd xebitîne, hatin dabeşkirin.

Di nav kesên xelat wergirtin de Siyasetmedar û Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahedîn Demirtaş û Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah jî hebûn.

Xelata Nesrîn Ebdullah ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve hat wergirtin.

Her wiha xelata Selahedîn Demirtaş ji aliyê Şanaz Îbrahîm ve hat dayîn, li ser navê Demirtaş xelat ji aliyê Parlementera HDP’ê Feleknas Uca ve hat wergirtin.

Back to top button