Rêxistinên civaka sivîl ên li Minbicê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Di konferansê de xebat û projeyên rêxistinên civaka sivîl hatin nîqaşkirin.
Konferans bi tevlîbûna endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û got serkeftina şoreşa civakî bi avakirina û xurtkirina sazî û yekîtiyan misoger dibe.
Di konferansê de rêziknameya rêxistinên civaka sivîl û xebatên wê hatin xwendin û nîqaşkirin û pêşniyar û plansazî hatin danîn.
Di dawiyê de hevserokatiya saziyên civaka svîll a Minbic û gundewarên wê hatin hilbijrtin.