Qedexeya hevdîtina bi Rêber Ocalan re hate şermezarkirin

Meclisa navçeya Dirbêsiyê qedexkirina hedîtina 6 mehan a bi Rêber Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Ji bo şermezarkirina biryara dewleta Tirk a dagirker a qedexekirina hevdîtina 6 mehan a bi Rêber Ocalan re, Meclisa navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên meclisê û saziyên sivîl li ber konê çalakiyê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “DewletaTirk bi girankirina tecrîdê dixwaze têkiliyên di navbera gel û Rêber Ocalan de qut bike, mafên mirovî û qanûnî bi rêya qedexekirina hevdîtina malbat û parêzan bin pê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisê bang li rêxsitinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin û dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bînin û Rêber Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

Back to top button