Pêşangeha Şêwekariyê di roja 3’mîn de bi dayîna xelatan bi dawî bû

Îro çalakiyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 6’emîn di roja sêyemîn de bi dayîna xeletan bi dawî bû.

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 6’emîn, 16’ê Gulanê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin.

139 şêwekar beşdar bûbûn, 139 tabol û 6 peyker tê da hatin pêşandan.

Çalakî di roja sêyemîn de bi dawî bû, nûnerên Rêveberiya Xweser û hezkiriyên hunerê amade bûn.

Di çalakiya roja dawî de hunermend Nesrîn Botan, Danîş Botan û Sîrac Ehmed stran gotin.

Piştre şêwekar, ji aliyê hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen û hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo ve hatin xelatkirin.

Back to top button