Dewleta Tirk û çeteyên wê Gundewarên Şehba Dirbêsiyê û Til Temirê topbarankirin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê navber herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didin ber topan.

Îro careke din leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kirin.Di encamê de ziyan gihiştin malên welatiyan.

Piştre bi çend saetan dagirkeriyê û çeteyan gundê Medyonê yê Şehbayê topbaran kir.

Her wiha gule li gundewarê Dirbêsiyê jî reşandin û karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, astengkirin.

Li gundê Çetelê yê Dirbêsiyê karkerên ku di nava zeviyên fûlan de dixebitîn, hatin gulebarankirin.

Gundê Dirdara yê ku dikeve bakurê navçeya Til Temirê ku li ser rêya navçeya Zirganê ye bi obîs û hawnan hat topbarankirin.

Ji ber topbaranê ziyanên mezin gihişt milkên welatiyan.

Back to top button