Li Başûrê Kurdistanê ji ber tozê jiyan teviziye

Li başûr û rojavayê kurdistanê ev çend rojin bahoza tozê heye. Li bajarên Hewlêr, Silêmaniyê û Helebceyê ji ber bahozê jiyan tevizî. Li navçeya Holê ya bajarê Hesekê ji ber bahozê 8 bircên kehrebeyê ketine.

Ji ber ba û bahoza ji tozê ya li tevahiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, jiyan tevizî.

Hate hînbûyîn ku heta niha ji ber bahozê bêhn li sedan kesî çikiya ye, nexweş ketine, lewma çûne nexweşxaneyê.

Bahoza ji tozê bandoreke giran li bajarên Silêmanî, Hewlêr, Helebçeyê kiriye.

Mesafeya dîtinê daketiye asta herî jêr.

Li Holê bircên kehrebê ketin, rêya Heseke û Reqayê hat girtin

Li Rojava jî bahozê bandora xwe kir.

Duh ji ber bahozê li navçeya Holê ya kontona Hesekê 8 bircên kehrebeyê ketin xwarê û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Her wiha, ji ber bahoza tozê riya di navabera Hesekê û Reqayê de jî rawestiya.

Back to top button