HPG: Li Zap, Avaşîn û Metîna 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li başûrê Kurdistanê berxwedana gerîlayan li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk her diçe mezin dibe. HPG’ê ragihand li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 13 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk li herêmên Zap û Metîna êrişên xwe yên dagirkeriyê berfireh kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayên azadiyê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya ku li rojhilatê ava Zapê asê maye û nikare encamê bi dest bixe, 24’ê Gulanê di encama Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ku hêzên gerîla pêk anîn derbên giran xwar.

HPG’ê wiha got, “Artêşa Tirk êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî zêdekirine û şeva 25’ê Gulanê tevgera xwe ya dagirkeriyê berfireh kiriye.

Li Qadên Girê Cûdî û Girê FM yên li rojavayê Ava Zapê û Qada Girê Hekkarî ya bi ser Metînayê bi helîkopteran dagirker hatin danîn.

Bi vê yekê di qonaxa pêşîn a tevgera xwe ya dagirkeriyê de ku encam bi dest nexist, xwest bi pêleke nû ya êrişê derbasî qonaxeke nû bike.

Di nava sê rojên dawiyê de li dijî qadên berxwedanê bi hezaran car bi obusan, 118 caran bi balafirên şer, 52 caran çekên kîmyewî û teqemeniyan û bi helîkopteran êriş pêk anîn.”

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir; “23’ê Nîsanê li qada Werxelê ya Avaşînê li hêzên dagirker hate xistin û di encama çalakiyê de çeperek hate rûxandin.

24’ê Gulanê li heman qadê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran bikin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran 4 caran bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebarankirin.

25’ê Gulanê jî artêşa Tirk ya dagirker li qada Werxelê 11 caran çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kir.

24’ê Gulanê li qada Kurojaro ya herêma Zapê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Şehîd Tolhildan ve pêşve biçin.

Heman rojê li qada Şikefta Birîndaran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û derb li çeperekê hate xistin.

Her wiha derb li helîkoptereke êrişê û li yeke Skorsky hate xistin. Çeperên şer yên li qadê jî 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombebarankirin.

25’ê Gulanê li qada Şehîd Şahîn li dagirkeran hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê li qada Kurojaro li dagirkeran hate xistin, di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 6 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Li Çiyayê Reş dagirkerek hate cezakirin û li Şikefta Birîndaran jî dronek hate xistin. Heman rojê dagirkeran 26 caran qada Şikefta Birîndaran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebarankirin.

25’ê Gulanê li qada Girê Hekarî ya herêma Metîna li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Gulanê jî li heman qadê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cazakirin.”

HPG diyar kir 24 û 25’ê Gulanê gelek qadên bi ser herêmên Zap, Metîna, Avaşîn Û Xakurkê bi balafirên şer, helîkopter û qereqolên ser sînor hatin bombebarankirin.

Back to top button