Yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî ya Tûnisê dest pê kir

Li Tûnisê yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî îro bi çavdêriya serokê Desteya Nîştimanî ji bo komareke nû dest pê kir.

Rûniştin li bajarê Qirtac (Kartaca) bi amadebûna Komîteya Şêwirmendiyê ya Karûbarên Civakî û Aborî, dest pê kir.

Nûnerên rêxistin, partî û kesayetên siyasî di nav de, mamosteyên qanûna destûrê, Yekitiya Tûnisê ya Pêşesazî, Bazirganî û Karên Destan û gelek sazî û tevger beşdarî diyalogê bûn.

Li gorî tora Sky News El-Erebiyê, tê payîn ku bernameya xebatê ya komîteyê û aliyên aborî û civakî bêne gotûbêjkirin.

Diyaloga nîştimanî ji aliyê serokomarê Tûnis Qeys Seîd ve, ji bo çareserkirina krîza siyasî li welat hate pêşniyarkirin.

Seîd hewil dide, li welat tevgera ixwana mislimîn bidawî bike.

Back to top button