Şêwermenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl diyar kir ku berxwedana gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dê mezintirîn bersiv be heger dewleta Tirk êrişên leşkerî pêk bîne.
Rêveberiya Xweser ji şênî û pêkhateyên navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo re li Hola Çand û Hunerê ya navçeyê civînek li dar xist.
Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya herêmê hate lidarxistin.
Di civînê de şêwermenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl da zanîn ku berxwedana li hember dagirkeriyê divê li gorî pîvana xweparastin û parastina rewa be ku dê bersiva sereke di wê berxwedanê de be û divê gelên herêmê li ser vê esasê bixebitin.
Di dawiyê de Cîhan Xelîl teqez kir ku piştgirîdayîn û hevgirtina gelên herêmê dê dagirker û planên wê yên dagirkirinê têk bibe.