Ji Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis peyama serweriyê

Di nava demên dawiyê de, di navbera Enqere û Atîna de alozî zêde bûye. Li pey hev ji asta jor a rêveberiya herdu welatan peyamên gefxwarinê derdikeve.
Serokwezîrê Yewnan Mitsotakis diyar kir ku tevî peyamên tund yên Tirkiyê, rewş mîna aloziya 2020’an lê nehatiye.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis, ji televîzyona ERT ya Yewnanîstanê re, derbarê aloziya dawî ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de axivî.

Kiryakos Mitsotakis, pirsa Tirkiyê ya li ser serweriya Yewnanîstanê ya li Rojhilatê Derya Spî, giravên Rodos, Kos û Samos jî di nav de, “bi tevahî ne maqûl” nirxand û got,

“Yên li Tirkiyê jî di nav de, yên Yewnanîstan ji bo Tirkiyê weke gefekê ye bawer nakin.

Tevî daxuyaniyên tund ên Tirkiyê, pêwendiyên navbera herdû welatan negihiştine asta aloziya havîna 2020’an a li Rojhilatê Derya Spî.”

Mitsotakis bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Tengezariyeke devkî ya bilind heye, lê ez hêvî dikim ku em li ser erdê negihêjin vê tengezariyê.

Eger mantiq bi ser bikeve, peywendiyên her du welatan xirab nabin, eger nebe welatê wî dê “tişta pêwîst bike” bike.”

Herî dawî Tirkiyê daxwaza xwe ya ji bo bêçekirina giravên Yewnanî yên li deryaya Egeyê anî ziman û peyam da ku eger nebe dê serweriya wê ya li ser giravan ji gotûbêjê re were vekirin.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê jî di 9’ê Hezîranê de 16 nexşe weşandibû û diyar kiribû ku daxwazên Tirkiyê yên ji sala 1923’an ve hene.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan herî dawî gotinên xwe yên li hemberî Yewnanîstanê dijwartir kir.

Erdogan têkildarî bicihkirina çekan a li giravên Yewnan ên li Egeyê de jî got,

“Ez henekê xwe nakim, bi giranî dibêjim…

Em careke din Yewnanîstanê hişyar dikin ku ji xewn, gotin û kiryarên ku wê bibe sedema poşmaniyê dûr bisekine.”

Back to top button