HRE: LI EFRÎNÊ, MARE Û BAB HERÎ KÊM 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê berxwedanî geş dibe.
Hêzên rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk yên li Efrîn, Mare û Babê çalakiyek pêk anî.
Di çalakiyan de herî kêm 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

23 Hezîranê Hêzên Rizgariyê bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên artêşa dagirker a Tirk li gundê Daxilî Baş yê girêdayî herêma Babê kirin hedef.

Di çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan ne hate zanîn.

24 Hezîranê hêzên rizgariyê çalakiyeke kemînê li dijî çeteyên koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiyê li gundê Til Malid yê girêdayî herêma Mare’ê pêk anî.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê bi çalakiyeke taybet li çeteyekî Firqet El Emşat li ser rêka gundê Hisê yê girêdayî navçeya Mabata dan.

Di encam de ew çete hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button