Li Ukrayna beriya biryara YE metirsiya dijwarbûna êrişên Rûsya heye

Lîderên YE ji bo endamtiya Ukrayna ya di nava hefteyê de wê biryarê bidin. Serokomarê Ukrayna Zelensky jî dibêje ew bifikarin ku beriya biryarê, Rûsya di nava van rojên dawiyê de êrişên xwe zêde bike.

Hemwextî vê yekê, Brîtanya êdî bi awayekî eşkere ji leşkerên xwe re got, ji bo şerekî raste-rast bi Rûsyayê re amade bin.

Welatên Ewropa bi gotin jî be dixwaze, Ukrayna ji êrişên Rûsya biparêze.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky anî ziman ku ew li bendê ne ku Rûsya vê hefteyê êrîşên xwe zêde li ser xaka welat pêk bîne.

Lê em ji bo vê yekê jî amade ne.

Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) wê vê hefteyê li ser statûya namzetiya Kîevê biryarê bidin.

Zelensky di vîdyoya ku doh bi şev weşand de diyar kir ku ew li bendê ne Rûsya di vê hefteyê de “kiryarên xwe yên dijminane” tundtir bike û got,

“Em xwe amade dikin.

Em amade ne.”

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di meha Sibatê de dest pê kir, Kîev ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê serlêdan kir.

macron-scholz-draghi ukrayna

Piştî ku serokên Almanya, Fransa û Îtalyayê serdana Kîevê kirin, desteya rêvebir ya YE, Komîsyona Ewropî, pêşniyara statûya endamtiya bo Ukrayna dabûn.

Serokên 27 welatên endamên YE yê wê di lûtkeya xwe ya rojên Pêncşem û Înîyê de li ser vê mijarê bisekinin.

Tê payîn ku lîder serlêdana Ukraynayê tevî bêalîbûna hin welatan bipejirînin.

Lêbelê, rayedarên YE hişyarî didin ku ger serlêdan were pejirandin jî, muzakereyên endamtiyê dikare bi salan bidome.

Zelenskiy diyar kir ku YE wê di vê lûtkeyê de biryara “qedera Ukraynayê diyar bike” îmze bike û got,

“Tenê biryareke erênî di berjewendiya tevahiya Ewropayê de ye.”

Rûsya: Em ne li dijî endamtiya Ukrayna ya Yekîtiya Ewropayê ne

Vekirina deriyên Yekîtiya Ewropî ji Ukraynayê re, dijberiya li hemberî Serokê Rûsya Vladimir Putin derdixe pêş.

Ji ber ku Putin dixwaze Ukrayna ji Rojava dur bixe û vê yekê jî niha bi êrişa xwe ya li ser wî welatî pêk tîne.

Lê Putin Îna borî got,

Rûsya ne li dijî endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku di wextekî welatên YE hevkariya xwe ya parastinê ya di nava demên dawiyê zêde kirî de, Moskow ji nêz ve serlêdana endamtiya Kîevê dişopîne.

Brîtanya xwe ji şerekî mezin re amade dike

Hemwextî rewşa heyî, Brîtanya xwe ji şerekî mezin re amade dike.

Li gorî nûçeya rojanmeya The Sun, Serfermandarê Brîtanya General Sir Patrick Sanders, ferman da leşkerên xwe ku ji bo şerekî li pêşberî Rûsya xwe amade bikin.

Sanders di nava axaftinên xwe de jî qala derketina şerê cîhanê yê sêyemîn jî kir.

Back to top button