Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê panelek li ser projeya neteweya demokratîk li dar xist.
Panel li hola Mişwar bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Alîkarê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen armancên panelê û girîngiya wê destnîşan kir.
Hesen behsa têkoşîna rêber Abdullah Ocalan, felsefeya wî ya azadiya gelên bindest û jinan kir.
Her wiha da zanîn ku Armanca projeya neteweya demokratîk pêkanîna yekitiya gelên herêmê ye.
Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.
Beşdaran diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk ji bo tevahî gelên cîhanî girîng e.
Her wiha banga girêdana bi welat ve û hevgirtinê li tevahî pêkhateyên herêmê kirin.



