NY: Heta niha nêzî 307,000 sivîl li Sûriyê hatine kuştin

Şerê li Sûrî ji 2011’an ve bê navber dewam dike.
Di şerê li seranserê xaka welat pêk tê de heta niha bi dehezaran kes hatine kuştin.
Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY ragihand ku ji despêka şer heta niha nêzî 307 hezar sivîl hatine kuştin.

Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY daneyên bîlançoya giran a qurbaniyên şerê li Sûrî eşkere kir.

Komserê Komseriya Bilind Micheller Bachelet diyar kir ku ev dane asta şer û cidiyeta wê nîşan dide.

Bachelet dazanîn ku heta niha 306 hezar û 887 sivîl di şerê navxweyî yê li Sûriyê de hatiye kuştin.

Di nav de hejmara kuştiyên ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, ava paqij an jî xwarinê nehatine cihkirin.

Bachelet got,

“Metirsî heye ku mirina sivîlan li welêt bidome heta ku pevçûn neqedin.”

Ev dane yên navbera 1’ê Adar 2011 heta 31’ê Adara 2021’an de ne.

Di demekê ku Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan gefên li ser herêmê zêde kiriye, NY li ser alîkariya bo herêmê hesaban dike.

Beriya niha jî Sekreterê Giştî yê NY Guterres bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku rê ji bo oparasyoneke dij-sînor neyê dayîn û got:

Ew ê dest ji gelê Sûriyê bernedin.

Back to top button