Nivîskar Ferman Hîdayet: Divê hemû Kurd li gel PKK’ê li dijî Tirkiyê şer bikin

Kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘îsteya rêxistinên terorê’ li Başûrê Kurdistanê û welatên cîhanê dewam dike.
Nivîskarê bajarê Kerkûkî Ferman Hîdayet diyar kir ku PKK rêxistineke ji bo mafê Kurdan têdikoşe û divê hemû Kurd li dijî dagirkeriya Tirkî, li gel PKK’ê li ber xwe bidin.

Nivîskarê navdar ê ji bajarê Kerkûkê Ferman Hîdayet piştgirî da pêngava îmzeyan va li Başûr hatiye destpêkirin û got:

“Partiya Karkerên Kurdistanê li dijî çewisandinê li dijî dewleta Tirk a dagirker têdikoşe û pêwîst e navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.

Û Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê jî divê vê rastiyê bizanin ku Kurd neteweyekî aştîxwaz e.”

Nivîskar Ferman Hîdayet bang li hemû Kurdan kir ku li dijî dagirkeriya Tirk l igel PKK bin û li ber xwe bidin.

Back to top button