Nûnertiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaza zelalbûna rewşa Kurdan ji Swêdê kir

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde di civîna li gel Nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Qadir Rehîm re ragihand ku fikarên Kurdan cidî digirin dest.

Li gorî daxuyaniya Nûnertiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê, di hevdîtinê de têkildarî rewşa Kurdên Swêdê û geşedanên li Swêdê jî guftûgo kirine.

Şoreş Qadir Rehîm ê ji para YNK’ê ev wezîfe girtiye, fikarên Kurdan ên têkildarî endambûyîna Swêdê ya NATO’yê gihande Wezîra Derve ya Swêdê.

Her wiha ji Swêdê xwest li ser mijarê zelaliyek pêwîst pêşkêşî Kurdan bike.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku hikûmeta Swêdê fikarên Kurdan bi cidî digire dest û got:

Wê hevkariya me ya ji bo pirsa Kurd berdewam bike.”

Back to top button