Tirkiyê daxwaza radestkirina bersûc Semîr Handal red kir

Semîr Handal ku weke tawanbarê kuştina serokê Haîtî tê naskirin, vê gavê li Tirkiyê ye.
Û daxwaza radestkirina wî ji aliyê hukûmeta Tirk ve hatr redkirin.

Beriya saleke, di encama êrişeke çekdarî de serokê Haîtî Jovenel Moise hate kuştin.

Piştî êrişê bi demeke kurt, polîsên welat bi wêne û belgeyan nasnameya êrişkaran eşkere kir.

Kesê binavê Semîr Handal ku yek ji wan bersûcane, dema xwest ji Amerîka derbasî Urdûnê bibe, li Tirkiyê hate girtin.

Û tevî biryara girtinê ya Înterpolê, Handal ji bo rayedarên Haîtî nehat radestkirin.

Rêveberiya Haîtî careke din daxwaza ji Tirkiyê kir ku bersûcê kuştina serokê wan bê radestkirin.

Lê dewleta Tirk a ji ber sedemên pûç û ji bo radestkirina Kurdan û mirovên demokrat qiyametê radike, bersûcê kuştina serok-komarekî radest nake.

Back to top button