Meta Rêber Apo Eynê Ocalan di 97 saliya xwe de li gundê Amara koça dawî kir

Meta Rêber Apo Eynê Ocalan di 97 saliya xwe de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, jiyana xwe ji dest da.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan anî ziman ku ji ber temenê xwe yê dirêj gelek nexweşî li meta wî çêbûbûn.

Mehmet Ocalan diyar kir ku bi sedan kes hatine sersaxiya ji bo meta wî ya li gundê Amarayê ê Xelfetî ya Rihayê hatiye danîn û got: “Ji ber temenê xwe demek bû meta min nexweş bû.

Hew karî nexweşiyên xwe rake û îro rehmet kir.

Mala wan kesan ava be ku hatin sersaxiyê û yên bi telefonê sersaxî xwestin.”

Back to top button