Gelê Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, îsal salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê di bin gefên nû yên dagirkeriya Tirk de pêşwazî dikin.
Tam di rojeke wiha de, Erdogan, Putin û Reîsî têne cem hev.
Şefê rêjîma Tirk Erdogan, ji bo destpêkirina tevgereke nû ya dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, li benda erêkirina hêzên navneteweyî ye.
Ji bo vê hem li gel NATO û hem jî Rûsya û Îranê danûstandinan dike.
Beriya niha eşkere bibû ku Erdogan wê 19’ê Tîrmehê li Tehranê bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtinê pêk bîne.
Lê îro derket holê ku ev hevdîtin wê 3 alî be.
Li ser mijarê Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û got;
19’ê Tîrmehê wê serok-dewlet Vladîmîr Pûtîn biçe serdana Îranê û beşdarî hevdîtina Erdogan û Reîsî bibe.
Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov ragihand ku armanc ji hevdîtina sê alî, gotûbêjkirina rewşa Sûrî ye.
Peskov wekî din diyar ki ku Pûtîn di vê serdanê de û li gel Erdogan jî hevdîtineke du-alî pêk bîne.
Balkêş e ku hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Reîsî rastî salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê.



