KCK: Em ê hêviya hevbeş a jiyana azada şehîdên Pirsûsê pêk bînin

Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê bi rashatina salvegera 7’emîn a komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku ew ê hêviya hevbeş a jiyana azad a şehîdên Pirsûsê pêk bînin û got:

“Ji bo têkoşîna dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin; bigihêje serkeftinê hewce ye di xeta Şehîdên Pirsûsê de bên cem hev û têkoşîna hevpar mezintir bikin.

Em di şexsê 33 endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger ên Tirkiyeyê yên di êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an şehîd bûn de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Şehîdên Pirsûsê, temsîla piştevanî û têkoşîna bi hevparî ya Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi hev re ye û em wek Tevgera Azadiyê ya Kurd, cardin dibêjin ku em ê têkoşîna ku Şehîdên Pirsûsê pêşengiya wê kiriye hêj bêhtir mezin bikin û bibîranînên wan pêk bînin.

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de aşkera kir ku ew ê li gorî soza ku daye Şehîdên Pirsûsê û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê, têkoşîna hevpar hîn xurtir geş bikin.

Back to top button