5 girtiyên Şêladizê ên di zîndanên PDK’ê de ku diviyabû ku di cejina Qurbanê de bihatana berdan, ji ber ku bernade, dest bi rojiya mirinê kirin.
Her 5 girtiyên Şêladizê yên bi navê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan.
Parêzerê girtiyan Beşdar Hesen ragihand ku diviyabû ev 5 girtî li gorî biryara dadgehê piştî Cejna Qurbanê bihatana berdan, lê serbestberdana wan hatiye rawestandin.
Parêzerê girtiyan diyar kir ji ber ku her 5 girtî nayên berdan, wan dest bi rojiya mirinê kirine û ev yek bi bîr xist:
“Beriya çend rojan Tîma Parêzeran, Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Komîsyona Mafên Mirovan daxwaz kiribûn ku sedema girtina wan bê ronîkirin, lê bersiveke erênî nehatibû dayîn.”


