Elîzabet di sala 1952’an de di 25 saliya xwe de dibe keybanûya welat a herî ciwan

Keybanuya welatê Îngilistanê Elîzabet a duyemîn ku 70 sal hikum kir, di 96 şeş saliya xwe de jiyana xwe dest da. Piştî mirina Elîzaetê li welat şîn hate ragihandin û gelek serokên dewletan peyamên sersaxiyê weşandin. Piştî mirina Elîzabet a duyemîn, kurê wê yê mezin yê bi nav Charles bû Qiralê welat.

Beriya du rojan, Keybanuya welatê Îngilistanê Elîzabet a duyemîn rakiribûn nexweşxaneyê.

Elîzabet a ku rewşa wê ya tenduristiyê giran bû di bin destwerdana bijişkan de dima.

Lê duh hate ragihandin, Keybanû Elîzabet a duyemîn di 96 saliya xwe de koça dawî kir.

Elizabeth Alexandra Mary Windsor di 21 Nisana 1926’an de li paytexta Îngilistanê Londarayê ji dayik dibe.

Hina di zaroktiyê de Elîzabet bi awayekî taybet tê perwerdekirin.

Piştî bavê wî û birayê wî yê mezin ji textê Qiraliyetê vedikişin, Elîzabet dibe keybanûya welat.

Elîzabet di sala 1952 an de di 25 saliya xwe de dibe keybanûya welat ya herî ciwan.

Di şerê cihanê yê duyem de jî di artêşê de erk digire.

1997’an de bi Philip yê ji malbateke navdar re dizewice.

Keybanuya welatê Îngîlistanê Elîzabet a duyemîn ku îro koça dawî kir 70 sal hikum kir.

Li Îngîlîstanê şîn hate ragihandin û gel ber bi koşka wê ve herikîn

Hate ragihandin wê cenazeyê Elîzabetê bibin koşka Buckinghamê û wê 4 rojan li wir bimîne.

Piştre; cenazeyê wê bibin koşka Westminster û ji serdana malbata Qiraliyetê re were vekirin.

Piştî wê jî wê tabuta cenazeya Elîzabet a duyemîn ji bo serdana gel were vekirin.

Li seranserê cîhanê ji aliyê serokên dewletan ve peyamên sersaxiyê hatin weşandin.

Li Îngîltereyê jî, şîn hate ragihandin û gel ber bi avahiya Elîzabetê ve herîkin.

Piştî mirina Keybanuya Îngilistanê Elîzabet a duyemîn, kurê wê yê mezin yê bi nav Charles bû Qiralê welat.

Back to top button