
Êrişên dagirkeran yên li ser herêmê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir û Zirganê bi çekên giran topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê nîvro navenda naçeya Zirgan û gundên Esediye, Niwêhat, Dad Ebdal, Bobê, Xerbet Şeîr, Til Elwerd û Ribêat bi giranî topbaran kir.
Di encama tobaranê de, du top li navenda navçeya Zirganê ketin.
Her wiha balafirên bêmirov li ezmanê navçeyê geriyan.