Li Holandayê Diyaloga Jiyana Hevpar ya Kurd û Ereb hat lidarxistin. Di komxebatê de li ser girîngiya yekîtiyê û jiyana hevpar ya gelên Kurd û Ereb û gelên din yên li herêmê niqaş hate kirin.
Li bajarê Den Haag yê Holandayê bi beşdariya 40 kesî Diyaloga Jiyana Hevpar a Kurd û Ereb hat lidarxistin
Komxebat ji aliyê Komeleya Çandê ya El Rafîdeyn hate bi rêxistinkirin.
Ji çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, û Bakurê Afrîkayê akademîsyen, siyasetmedar, çalakkvan û rojnameger beşdarî komxebata diyalogê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê endamê komîteya amadekar Nîhad El Qazî ve hate kirin.
Kesên beşdarî komxebatê bûn li ser buyer û pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, nirxandin kirin.
Di nirxandinan de bi taybetî qala dagirkeriya dewleta Tirk ya bi xeyalên Osmanîya Nû û aloziya li Iraqê jî hate kirin.
Tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.