Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Rojane bê navber dewleta Tirk êrişî herêmê dike. Îro jî artêşa dagirker gundên Şehbayê kir armanca êrişên xwe.

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundê Wehşiyê û Kefer Qaris ên Şehbayê topbaran kir.

Dewleta Tirk roj tune ku êrişî herêmê nake. Ew di êrişên xwe de sivîlan dike armanc.

Tevî van êrişên rojane jî xelk hîna li ser axa xwe ne û peyama berxwedanê li hember êrişan didin.

Back to top button