Kongra Star li Dêrikê û Çilaxa kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Kongra Star li Dêrikê û Çilaxa û endamên jin ên partiyên siyasî li Reqayê kuştina Jîna Emînî şermezar kir.
Jinan bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku sînorekê ji êrişên dijî jinan têne kirin re deyînin.

Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li ser destê hêzên Rêjîma Îranê, sazî û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Kongra Star li Dêrikê bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Emînî şeramezar kir.

Di daxyuyaniyê de hate gotin ku kuştina Jîna Emînî asta hişmendiya zordest a li dijî jinan nîşan dide û wiha hate gotin:

” Em ê li dijî vê hişmendiya paşverû ya li dijî jina azad têkoşîna xwe dewam bikin.

Sûcê li dijî Jîna Emînî hatiye kirin dê vîn û têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê bilindtir bike.”

Li navçeya Çil Axa jî Kongra Star têkildarî kuştina Jîna Emînî daxuyanî da û ev yek anî ziman:

“Ev sûcê ku bi navê exlaqê hatiye kirin li dijî exlaqê ye.”

Kongra Star bang li rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan kir ku sînorekê ji sûcên li ser jinan têne kirin deyînin.

Endamên jin ên partiyên siyasî li Reqayê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Endamên jin ên partiyên siyasî li Reqayê jî bi daxuyaniyekê kuştina Jîna Emînî şermezar kir.

Jinan di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:

“Rêjîmên dîktator li Rojhilata Navîn dijî her kesî serî hildide û bi taybet dijî jinan sûcan pêk tîne.

Em kuştina Jîna Emînî û hemû sûcên dijî jinan têne kirin şermezar dikin.

Di dawiya daxuyaniyî de jinan bang li rêxisitnên mirovî û hiqûqî kirin ku sûcên li dijî jinan têne kirin rawestînin..

Back to top button