Komîteya Piştgiriyê ya Abdurahman Er û Mazlum Dag bi daxuyaniyek ragihand ji ber nêzîkatiyên xerab ên berpirsên girtîgeha Hewlêrê, ev 5 rojin Dag û Er dest bi rojiya mirinê kirine.
Komîteya Piştgiriyê ya Er û Dag bi daxuyaniyekê ji ber binpêkirinên mafan, êşkence û muameleya xerab ji nûve dest bi rojiya mirinê kirine.
Di daxuyaniya de ev tişt hatin gotin; “Li dijî van binpêkirin û nêzîkatiyên berpirsên girtîgehê ji 28’ê Îlonê ve Er û Dag dest bi rojiya mirinê kirine û ev pênc rojin çalakiya wan didome.
Her wiha diyarkirine ji ber nêzîkatiya berpirsên girtîgehê metirsî li ser jiyana wan berdewame.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin;
Em daxwaz dikin ku rayedarên girtîgehê dawî li pêkanînên xerab û binpêkirinên mafan ên li ser Er û Dagê bînin û ewlehiya wan biparêzin, em bang li raya giştî jî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin.”