Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 18. de didome

Serhildanên gel yên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 18’an de didome. Li gelek bajaran gel bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn OHêzên rejîmê jî bi girtin, êriş û qutkirina înternetê, dixwaze dawî li serîhildanan bîne. Tê gotin heta niha di êrişên hêzên rejimê de zêdeyî 150 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezaran kes jî hatine girtin.

Serhildanên gel yên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 18’an de didome.

Gel li qadan li dijî êrişan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe dide.

Rejîma Îranê jî ji bo giritina çalakvanan hêzek mezin ya leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê xistiye nava tevgerê.

Li gorî bilançoyên herî dawî ji ber êrişên hêzên rejima Îranê, zêdeyî 150 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Ji ber êrişên rejimê zêdeyî 150 kesî jîyana xwe ji dest dane

Tevî hemû êrişan jî li Sine gel daketin qadan.
cend sanye dîmen

Li Tehranê jî gel bi dirûşmên “Bimre dîktator” li dijî tundiya rejîmê li qada bûn.

Gelên li Zahidan û Êsfehanê jî deriyê dikanê xwe venekirin û neçûn ser kar.

Xwandekarên Sine jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li zanîngehan çalakî li darxistin.

Xwandekarên jin ên li bajarê Seqizê jî li qadan bûn.

Jinên xwandekar li Tebrîzê jî ji bo demekî rê li ber wesayîtan girtin û bênavber dirûşmên “Bimre dîktator” berz kirin.

Li gelek dibistanên din jî, jinên ciwan laçikên xwe şewitandin û posterên serokê rejîma Îranê ji dibistanê de avêtin.

Xwandekarên jin ên li bajarê Kerecê jî, laçikên xwe ji serê xwe avêtin û berpirsekî dibistanê ji hola dibistanê

Li dibistaneke din jî xwendekaran bê navber dirûşma “Bimre dîktator” berzkirin.

Li gelek zanîngehan xwandekaran ji bo azadiya girtiyan û mafê xwe bi dirûşmên “azadî” li ser piya bûn.

Her wiha xwandekaran li ser dîwarên dibistanan dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ nivîsandin û posterên serokê rejîma Îranê qetandin.

Back to top button